Konsolosxaneya DYE'yê careke din bû hedef

Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Bexdayê vê sibehê careke din bû hedef.

Hate ragihandin ku carek din bi rêya hewayî Konsolosxaneya DYE'yê ya li paytexta Iraq Bexdayê hatiye hedef girtin.

Li gorî agahiyan bi droneyan êrişî Konsolosxaneya DYE'yê ya li Bexdayê hatiye kirin. Lê têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku doh jî rêze êrişên mûşek û dronan li ser Konsolosxaneya DYE'yê hate pêkanîn. Sîstema parastinê ya hewayî C-RAM ya li nav Konsolosxaneyê êriş têk bir.

Ji destpêka şerê Îsraîl-DYE û Îranê ve, baregeh û navendên DYE'yê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ên nêzî Îranê yên li Iraqê ve tên hedef girtin.